Siûdiye daxwaz ji Kazimî dike serdana vê welatî bike

her du alî dixwazên têkiliyên xwe baştir û bihêztir bikin
کوردستان TV
100%

Padşahê Siûdiyeyê li gel Serokwezîrê nû yê Îraqê Mistefa Kazimî bi rêya telefûnê axefî û daxwaz jê kir daku serdana Siûdiyeyê bike.

Nivîsîngeha Serokwezîrê Îraqê Mistefa Kazimî belav kiriye ku duhê Şahê Siûdiyeyê bi rêya telefûnê li gel Kazimî axefiye û behsa têkiliyên navbera Îraq û Siûdiyeyê û çawetiya bihêztir kirina têkiliyên han kirine.

Her di heman peyvendiya telefûnî de şahê Siûdiyeyê daxwaz ji Kazimî kiriye daku di demeke nêz de serdana Siûdiyeyê bike û raste rast li gel rayedarên Siûdî civîn û hevdîtinan pêk bîne.

N: E. G

Îraq

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.