Di civîna îro ya parlementoya Kurdistanê de giftûgo li ser hilweşandina parêzbendiya 4 parlementerên parlementoya Kurdistanê yên ser bi PDK, Goran û Komela Îslamî hate kirin.
Piştî giftûgoyan dengdan li ser hilweşandina parêzbendiya wan parlementeran hate kirin û di encam de bi dengê 57 parlementeran parêzbendiya parlementerê Komela îslamî Soran Omer hate hilweşandin û parêzbendiya sê parlementerên din nehate hilweşandin û parlemen deng bi hilweşandina parêzbendiya wan neda.
N: E. G
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin