Serok Barzanî li gel Mistefa Kazimî axefî

hêviya serkeftinê jê re xwestiye
کوردستان TV
100%

Serok Barzanî li ser pêgeha xwe ya Twitterê peyamek belav kir û nivîsand; Kêliyek beriya niha bi rêya telefûnê li gel Serokwezîrê nû yê Îraqê Mistefa Kazimî axefîm û jiber hilbijartin û destbikar kirina vî weke Serokwezîrê nû yê Îraqê min pîrozbayî li vî kir.

Serok Barzanî nivîsandiye: Min hêviya serkeftinê di pîwerdariya nû de û herwiha dabîn kirina ewlekarî û aramî li welat û pêşde birina têkiliyên li gel herêma Kurdistanê û çareser kirina kêşeyên mezin di navbera her du aliyan de ji Kazimî re xwest.

Weke tê zanîn şeva derbazbûyî Mistefa Kazimî weke Serokwezîrê nû yê Îraqê li parlementoyê dengê baweriyê stenid û sonda qanûnî xwar û destikar kir.

 

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.