Îro Serokê herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî peyamek pêşkêşî Serokwezîrê nû yê Îraqê Mistefa Kazimî kir ku duhê bi şev kabîneya vî ji parlementoyê dengê baweriyê stendibû.
Serokê herêma Kurdistanê di peyama xwe de nivîsandiye; Jiber pejrandina kabîneya vî ji aliyê parlementoyê ve pîrozbayiyên xwe pêşkêşî Mistefa Kazimî dikim û hêviya serkeftinê jê re dixwazim, hêvî dikim kabîneya vî bikaribe aramî, hêmnayî, xizmetgozarî û pêşkeftin bo welat dabîn bike, Mafên reva yên gelê Îraqê û mafên destûrî yên herêma Kurdistanê jî dabîn bike.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin