Li gel berfire bûna êrîşên balefirên şer yên Îsraîlê bo ser çekdarên Îranî li deverên curbicur yên Sûriyeyê, wezîrê berevanî yê Îsraîlê jî gef li Îranê kir.
Wezîrê berevanî yê Îsraîlê Naftali Bennett di daxuyaniyekê de ragihand ku vê heta çekdareke Îranî li Sûriyeyê hebe êrîşên Îsraîlê jî bo ser wan bidomin û eger Îran çekdarên xwe ji Sûriyeyê venekêşe vê demê emê Sûriye ji Îran û çekdarên Îranî re bike weke Vietnamê.
Weke tê zanîn ku di wan demên dawî de Îsraîl li Dîmeşq, Heleb û çend deverên din yên Sûriyeyê êrîşî ser cebelxane û navendên çekdarên Îranî kiribû û hijmareke zêde çekdar hatibûn kuştin.
Herwiha rayedarên îstîxbarata Îsraîlê jî di rojên derbazbûyî de diyar kiribûn ku Îran hêdî hêdî dest bi vekêşana çekdarên xwe yên li Sûriyeyê kiriye.
N: E. G
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin