Lîreya Tirkî her diçe buhayê xwe ji dest dide

qirîza darayî ya li Tirkiyeyê dijwartir dibe
کوردستان TV
100%

Li gor çapemeniya Tirkiyeyê jiber qirîza darayî û qirîza nebûna diravên biyanî li Tirkiyeyê, rojbiroj buhayê lîreya Tirkî zêdetir dadibeze.

Îro çarşem li Tirkiyeyê yek dolar bi 7.1400 lîre û buhayê yek uro 7.7400 lîre Tirkiye.

Herwiha hate zanîn ku îro çarşem rêjeya firotina borseyan li borseya Îstenbûlê bo jêr sifirê daketiye.

Psporên abûrî behsa vê yekê dikin ku qirîza abûrî ya li Tirkiyeyê vê dijwartir bibe jiber ku di nava sendoqa yedek ya banka navendî ya Tirkiyeyê de ti pereyên next yên ku ji wan re yedek tê gotin nemane.

Herwiha banka navendî ya Tirkiyeyê bo kû rê nede buhayê dolar bigehêje 7 lîreyan gelek tedbîr stend lê tedbîrên banka navendî ti encam nedan.

Ji aliyeke din ve Tirkiye daxwaz ji banka cîhanî kiriye daku deyinê bide Tirkiyeyê lêbelê banka cîhanî jiber nebûna yedek li banka navendî ya Tirkiyeyê ev daxwaz red kiriye.

N: E. G

Aborî

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.