Li gor zaniyariyên berdest şeva derbazbûyî terorîstên DIŞIê ji çend aliyan ve êrîşî ser hêzên leşkerî yên Îraqê û çekdarên heşda şebî yên li Kerkûk û derdorê kiriye.
Jêder behsa vê yekê dikin ku duhê bi şev li devera Hewîce, DIŞIê êrîşî ser karwaneke leşkerî ya hêzên Îraqê kiriye û di encama êrîşê de çend leşker hatine kuştin û hijmareke din jî birîndar bûne.
Herwiha duhê li devera Mele Ebdulah DIŞIê êrîşî ser polîsên federalî kiriye lê belê derbarê ziraran de ti zaniyarî nehatine bidestxistin.
Her duhê bi şev li devera Reşad ya li Başûrê Kerkûkê DIŞIê êrîş biriye ser çekdarên heşda eşayêrî û di encama êrîşê de herî kêm 4 çekdarên heşda eşîran hatine kuştin.
N: E.G
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin