Sibê şev parlementoya Îraqê li ser kabîneya nû dengdanê dike

vê dengdan li ser navê wezîr û karnameyê were kirin
کوردستان TV
100%

Biryare şeva çarşemê di seat 9ê şevê de parlementoya Îraqê bo dengdan li ser kabîneya nû ya Îraqê bicive.

Di vê derbarê de nivîsîngeha Serokê parlementoya Îraqê belav kiriye ku Serokê parlementoyê Mihemed Helbûsî daxwaz ji tevahiya parlementerên parlementoya Îraqê kiriye daku şeva çarşemê di seat 9an de li hola parlementoyê amade bin û beşdarî di civîna parlementoyê de bikin.

Di civîna parlementoyê de vê dengdan li ser bernameya kabîneya nû û navên wezîran jî were kirin.

Weke tê zanîn Mistefa Kazimî ku Serokê dezgeha îstîxbarata Îraqê bû, roja 9ê Nîsanê ji aliyê Serokkomarê Îraqê ve bo ava kirina kabîneya nû hatibû pîwerdarkirin.

N: E. G

Îraq

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.