Parêzbendiya çend parlementeran vê were hilweşandin

yek ji wan parlementeran, parlementerê komela îslamiye
کوردستان TV
100%

Firaksiyona partiya demokrata Kurdistanê li parlementoya Kurdistanê ragihand ku vê di civînên pêşiya me yên parlementoyê de, parêzbendiya çend parlementeran were hilweşandin.

Li gor daxuyaniya firaksiyona PDKê vê di civînên pêşiya me yên parlementoya Kurdistanê de dengdan li ser hilweşandina parêzbendiya çend parlementeran bi taybetî parlementerê komela îslamî Soran Omer li ser fermana Serokwezîrê herêma Kurdistanê were kirin.

Di berdewamiya daxuniya han de hatiye diyar kirin ku ev çendîn care ku Soran Omer bi navê ol, direwan dike, îftîra davêje ser xelkê û raya giştî bi direw û tiştên xwe  yên ne rast dixapîne.

N: E. G

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.