Serokwezîrê Kurdistanê Mesrûr Barzanî peyameke sersaxî da malbeta Hunermendê navdar Seîd Gabarî ku ev jî tekesta vê ye;
Bo malbeta Hunermend Seîd Gabarî
Mixabin nûçeya koça dawî ya Hunermendê nîştimanperwer û navdarê Kurdistanê Seîd Gabarî gehêşte me.
Hunermend Seîd Gabarî xizmeteke gelek zêde pêşkêşî hunera Kurdî kiriye û bi rêya stiranên xwe roleke berçav ya bo piştgîrî kirina hêzên pêşmerge lîstiye.
Pirse û sersaxiyên xwe pêşkêşî malbeta vî dikim û daxwaz ji xwedê mezin dikim rûhê vî bi cenetê şad bike û aramî bide kesûkar û dostên vî.
Serokwezîrê herêma Kurdistanê
Mesrûr Barzanî
4/5/2020
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin