Îro 83 sal biser komkujiya Dêrsîmê re derbaz dibe

zêdetir ji 60 hezar Kurd hatine kuştin
کوردستان TV
100%

Beriya 83 salan di roja 4ê Nîsanê de rejîma Tirkiyeyê bi fermana Mistefa Kemal, fermana qirkirina Kurdan bi taybetî Kurdên Elewî û şoreşa Dêrsîmê der kir.

Di çarçoveya fermana han de herêma Dêrsîmê ku herêmeke bidev ya bakûrê Kurdistanê ye û piraniya şêniyên vî Kurdên elewî û Kurdên zaza û kirmancin, rastî karesateke însanî û herwiha karesateke tirajîk ya erdnigarî hat.

Li ser fermana Mistefa Kemal, herêma dêrsîmê hate wêrankirin, gund hatin şewitandin, û şêniyên herêmê jî bi hinceta ku piştîvaniya şoreşê kirine, hatin komkujkirin.

Şahêdên vê bûyerê bi taybetî leşkerên ku di operasiyona qirkirina Dêrsîmê de beşdar bûne, bi yek riste behsa hovîtiya komkujiyê dikin û dibêjin ev qas mezin bû ku rûbarê Munzûrê ji xwînê sor bibû.

Li gor zaniyariyên berdest, di prosesa komkujiyê de herî kêm 60 hezar Kurd hatine kuştin û zêdetir ji deh hezaran kes jî ji herêmê bo devereke din hatine veguhastin.

N: E. G

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.