DIŞI êrîşî ser heşda şebî kir kuştî û birîndar hene

tê gotin ku hijmarek fermandarên heşda şebî reviyane
کوردستان TV
100%

Li gor zaniyariyên berdest duhê bi şev terorîstên DIŞIê êrîşî ser çekdarên heşda şebî û artêşa Îraqê kirine.

Ev demêke ku terorîstên DIŞIê êrîşên xwe yên bo ser heşda şebî û artêşa Îraqê li deverên curbicur yên Îraqê bi taybetî li deverên Kurdistanî yên dagîrkirî gelek zêde kiriye.

Şeva derbazbûyî li Diyala û çend navçeyên din yên Îraqê DIŞIê êrîşî ser artêşa Îraqê û çekdarên heşda şebî kir û di encama de gelek leşkerên Îraqî û çekdarên heşda şebî hatine kuştin û hijmareke gelek zêde jî birîndar bûne.

Herwiha tê gotin ku li Rojavayê Kerbela, Tarimiye û Bakûrê Bexdayê jî DIŞI êrîşî heşda şebî û artêşa Îraqê kiriye. Lê derbarê kuştî û birîndaran de ti zaniyarî hîn jî nehatine weşandin.

N: E. G

Îraq

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.