Hunermend Seîd Gabarî koça dawî kir

helkê bajarê Hesekê bû
کوردستان TV
100%

Berbanga îro duşem Hunermendê navdar yê Kurdistanê Seîd Gabarî jiber nexweşiyê li nexweşxaneyeke bajarê Hewlêrê koça dawî kir.

Seîd Gabarî di sala 1956an de li bajarê Hesekê ya Rojavayê Kurdistanê ji dayik bibû, beşdariya şoreşa azadîxwaz ya gelê Kurdistanê kiriye, bi dehan stiranên şoreşgerî stiriye û stiranên vî jî li ser pêşmerge û neyarên gelê Kurd gelek xudan bandor bûne.

Gabarî xudan dehan berhemên giring yên geleriye û erşîveke mezin ya hunera gelerî ya Kurdî bû.

N: E. G

 

Mûzîk

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.