Dewleta qanûnê: Emê piştgîrî nedin Mistefa Kazimî

dibêje emê di kabîneyê de jî cîh negirin
کوردستان TV
100%

Berbijêrê Serokwezîriya Îraqê Mistefa Kazimî hewlên xwe yên bo ava kirina kabîneya nû didomîne û di vê çarçoveyê de navê wan kesên ku weke wezîr di karbîneyê  kar bikin radestî parlementoya Îraqê kiriye.

Piştî radest kirina lîsteya navê wezîran, lîsteya dewleta qanûnê ya di parlementoya Îraqê de, ya bi Serokatiya Nûrî Malikî ragihand ku ev bi ti awayî piştgîrî nadin Kazimî û kabîneya vî.

Li gor daxuyaniya lîsteya qanûnê çawetiya ava kirina kabîneyê ji aliyê Kazimî ve li gel nêrîn Îraqiyan nakoke lewre ev piştgîrî nadin Kazimî û kabîneya vî.

Herwiha hatiye gotin ku dewleta qanûnê di kabîneya nû de cîh nagire û di nava parlementoyê de jî deng bi navê wezîran nade.

N: E. G

Îraq

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.