Artêşa Tirkiyeyê Gundevarên Efrînê topbaran dike

9 gundên deverê hatine topbarankirin
کوردستان TV
100%

Li gor zaniyariyên berdest ji Rojavayê Kurdistanê, îro danê sibê artêşa Tirkiye û cîhadiyên ser bi Tirkiyeyê dest kirine bi topbaran kirina gundevarên Efrîn û derdorê bi taybetî li navçeya Şêrawa.

Jêderên taybetî ji Rojavayê Kurdistanê eşkere kirin ku îro danê sibê topxaneyên Tirkiye û cîhadiyên ser bi Tirkiyeyê dest kirine bi topbaran kirina gundevarên Efrînê bi taybetî derdorê Şêrawa û di encama toparana han de gundên  weke Kefer Antun, Irşadiyê, Malikiyê, Şiwarxa, Merazanê û Alqemiyê û her yek ji gundên Bêne, Dêrcimêl û Soxanekê li Şêrawayê jî hatine topbarankirin.

Derbarê zirarên topbaranê de heta niha ti zaniyarî nehatine bidestxistin û topbaran jî didome.

N: E. G

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.