Li Diyalayê 4 polîs hatin kuştin

herî kêm 10 polîs û kesên medenî jî birîndar bûne
کوردستان TV
100%

Li gor çapemeniya Îraqî îro li Bakûrê Rojhilatê Beqûbe êrîşeke terorîstî bo ser navendeke kontrol kirinê ya polîsan pêk hatiye.

Jêderên Îraqî eşkere kirine ku di êrîşa han de yaku li Bakûrê Rojhilatê Beqûbe ya li Parêzgeha Diyalayê pêk hatiye, herî kêm 4 polîs hatine kuştin.

Jêder behsa vê yekê kirine ku di dema êrîşê de teqînek jî pêk hatiye ku di encama êrîş û teqînê de herî kêm 4 polîs hatine kuştin û 10 polîs û welatiyên medenî jî birîndar bûne.

Her çend heta niha ti aliyek berpirsiyartiya vê êrîş û teqînê li xwe negirtiye lêbelê rayedarên ewlekarî yên Îraqê dibêjin ev mimkune karê DIŞIê be.

N: E. G

Îraq

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.