DIŞI êrîşî Rojavayê Kerbelayê kir

dibêje êrîş hatiye pûçkirin
کوردستان TV
100%

Li gor daxuyaniya hêza Ebas yaku bi lîwaya du ya artêşa Îraqê jî tê nasîn, îro danê sibê terorîstên DIŞIê êrîşî Rojavayê Kerbelayê kirine û xwestine bikevin nava bajarokê Noxîb ya li Rojavayê Kerbelayê.

Di daxuyaniya han de hatiye eşkere kirin ku hêza bersifdana demlidest ya ser bi lîwaya du bersifa êrîşa terorîstên DIŞIê dane û rê nedane terorîst derbazî nava bajarokê Noxîb bibin.

Derbarê zirarên êrîşê de ti zaniyarî nehatine belav kirin.

Weke tê zanîn ev demeke ku DIŞI li Îraqê liv û tevgerên xwe zêde kiriye û li deverên sunenişîn yên Îraqê jî êrîşên xwe yên terorîstî zêde kirine.

N: E. G

Îraq

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.