Emîndarê giştî yê projeya Erebî ya bo Îraqê Xemîs Xencer li ser pêgeha xwe ya taybet derbarê qut kirina bûdce û mûçeya Kurdistanê de peyamek weşand.
Xencer di peyama xwe de diyar kiriye ku bikar anîna mûçe û bûdceyê weke karteke zext lêkirina siyasî dijî Kurdistanê pêngaveke ne exlaqiye û em vê yekê red dikin.
Xencer diyar kiriye ku xelkê Kurdistanê jî xelkê meye û lazime tişta ku heye emê bihev re parve bikin.
Nav hatî tekez li ser vê yekê kiriye ku nabe her car zext li Kurd were kirin bo hilbijardina bijardeyeke giran ku ne li gor berejwendiyên Îraqa yekgirtî be.
N: E. G
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin