Birêveberatiya nahiyeya Zomar ya ser bi Şingalê belav kir ku zarokek bi bilokan hatiye kuştin û termê vî jî di nava avdestên mizgeftê de hatiye avêtin.
Li gor daxuyaniya birêveberatiya nahiyeya Zomarê şeva din, zarokek li komelgeha Domîz ya li Zomarê wenda bûye û bi dirêjahiya şevê liv û tevger bo dîtina vî zorakî dom kirine.
Li gor daxuyaniya han, di encama liv û tevgerên heyî yên bo dîtina zarokê, îro şemî danê sibê, termê vî di nava avdestên mizgeftê de hatiye dîtin û derketiye ku ev zarok bi bilokan hatiye kuştin.
Hîn jî nayê zanîn kî, anjî kê ev zarok kuştine û niha lêpirsîn li ser vê mijarê didome.
N: E. G
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin