DIŞIê Efsereke Îraqî kuşt

êrîş li rojavayê Romadî pêk hatiye
کوردستان TV
100%

Çavkaniyek ji artêşa Îraqê ragihand ku îro şeme li rojavayê Romadî, nîşanciyên DIŞIê bi qenasê êrîşî ser hêzên leşkerî yên Îraqê kirine.

Li gor çavkaniya han di encama êrîşê de Efsereke Îraqî hatiye kuştin.

Ev êrîş li rojhilatê devera Mihemedî ya li rojavayê Romadî ya li parêzeha Enbarê pêk hatiye.

Çavkanî di beşeke din ji axaftinên xwe de diyar kiriye ku di çarçoveya heman operasiyonê de hêzên artêşê karîne tirimbîleke bombekirî ya DIŞIê li çolên Romadî bibînin û dest bi serde bigirin.

N: E. G

Îraq

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.