Berbijêrê postê Serokwezîriya Îraqê Mistefa Kazimî îro yekşem lîsteya navên wezîrên ku di kabîneya nû de cîh digirin bo raya giştî belav kir.
Kazimî hevdem lîsteya han bo wergirtina dengê baweriyê bo parlementoyê şandiye.
Di kabîneyê de bo her wezaretekê du kes hatine berbijêr kirin daku eger li parlementoyê wezîrek hate red kirin evê din di şûna vî de amade be.
Herwiha çend wezaretek weke wezareta darayî hîn ti kes bo wezîrtiyê nehatiye diyarkirin û tê payîn Kazimî li benda lihev kirina aliyên siyasiye li ser wan wezaretan.
N: E. G
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin