Li Sineyê 44 zarok bi Koronayê ketine

heta niha 2 zarok jî canê xwe ji dest dane
کوردستان TV
100%

Li gor zaniyariyên berdest li parêzgeha Kurdistan (Sine) ya li rojhilatê Kurdistanê heta niha bi giştî 44 zarok bi Koronayê ketine.

Di vê derbarê de ajansa Kurdpa belav kir ku berpirsa giştî ya têkiliyên girseyî ya zanîngeha nûjdarî ya Sine Arezû Felahî eşkere kiriye ku li seraserê parêzgeha Sineyê bi giştî 44 zarok bi Koronayê ketine û heta niha du zarokên 12 û 2 salî jî jiber koronayê canê xwe ji dest dane.

Felahî eşkere kiriye ku ev zarokên han yên ku bi Koronayê ketine temena wan ya herî mezin 18 sale.

N: E. G

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.