Vîrusa Korona li Amerîka zêdetir ji 60 hezar kes kuştiye

amerîka yekem welate ku herî zêde zirar dîtiye
کوردستان TV
100%

Vîrusa korona, ku di meha Berfanbarê de li Çînê derketibû, li Amerîka heta niha pirtir ji 60,000 kes kuştine.

Li gor agahiyên dawî yên Zanîngeha Johns Hopkinsê li Amerîka 60,475 kesan jiber vîrusa korona jiyanên xwe ji dest dane.

Ew vîrus ji nav eyaletên Amerîka herî zêde li New Yorkê hatiye tespît kirin ku li wir bi qasî 300,000 pêketîyên vîrusa korona hene û 23,473 kes bi wê mirine.

Li New Jerseyê 6771, li Michiganê 3670 kesan bi vîrusê jîyanên xwe ji dest dane.

Amerîka, bi pirtir ji 1,000,000 pêketiyên vîrusa korona ji nav welatên cîhanê di rêza yekê de ye

Voa

 

Cîhan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.