Amerîka: Li Îraqê azadiya olî tuneye

dibêje rewşa olan li Kurdistanê gelek baştire
کوردستان TV
100%

Komîsyona taybet bi maf û azadiyên olî ya Amerîkayê, raporta xwe ya salane derbarê azadiya olî li welatên cîhanê de belav kir.

Di raporta han de navê çend welatan yên ku di nava wan de maf û azadiyên olî tunene hatine eşkerekirin û Îraq jî yek ji wan welatane ku tê de azadiya olî tuneye.

Li gor komîsyona Amerîkayê, mimkune jiber nebûna aramiya siyasî û leşkerî li Îraqê de azadiya olî tuneye.

Di berdewamiya raporta han de hatiye diyarkirin ku ev penaber û koçberên Îraqî yên ku ji deverên din yên Îraqê berê xwe dane herêma Kurdistanê xudan jiyaneke aram û azadiyên xwene û pêkhateyên olî li herêma Kurdistanê di rewşeke baştir dene.

Di beşeke din ya raportê de tekez li ser vê yekê hatiye kirin ku rewşa nebaş ya ewlekarî jî sedemeke din ya bû nebûna azadiya olî û hebûna çekdarên ser bi Îranê û heşda şebî jî bûye sedema nemana azadiya olî li Îraqê de.

N: E. G

Îraq

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.