Li ser fermana Serokwezîrê Kurdistanê Mesrûr Barzanî, 51 welatiyên din yên Kurd yên ku jiber Koronayê li Îspanyayê asê mabûn, bo Kurdistanê hatin vegerandin.
Di çarçoveya hewlên hikûmeta Kurdistanê de yên bo vegerandina wan welatiyên Kurd yên ku jiber Koronayê li welatên curbicur yên cîhanê mabûn asê, duhê bişev 51 welatiyên din yên Kurd yên ku jiber Koronayê li Îspanyayê mabûn asê hatin vegerandin.
Ev welatiyên han bo cerbandinên nûjdariyê yên taybet bi Koronayê bo cerbandingeh û qerentîneyê hatine şandin.
Weke tê zanîn beriya niha jî hikûmeta herêma Kurdistanê hijmareke zêde welatiyên Kurd ku jiber Koronayê mabûn asê bo Kurdistanê vegerandi bû.
N: E. G
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin