Almanya: Berdewam dibin li ser hevkarî û hemahengiya li gel hêzên pêşmerge

hevkariyên Almanya yên bo pêşmerge berdewam dibin
کوردستان TV
100%

Tîmeke ji Şêwirmendên leşkerî yên Almanî yaku di çarçoveya hevpeymaniya cîhanî de li Îraq û Kurdistanê kar dike, serdana wezareta pêşmerge kir.

Di civîna şanda leşkerî ya Almanî û rayedarên wezareta pêşmerge de giftûgo li ser liv û tevgerên DIŞIê li deverên Kurdistanî yên dagîrkirî, zêde bûna liv û tevgerên terorîstan, çawetiya domandina kar û hemahengiyên hevbeş di navbera hêzên leşkerî yên Almanî û hêzên pêşmerge de hate kirin.

Her di heman civînê de şanda Almanî eşkere kir ku Almanya di çarçoveya hevpeymaniya cîhanî de li ser hevkarî kirin û hemahengî kirin li gel hêzên pêşmerge de berdewam dibe.

N: E. G

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.