Li Konyayê 55 girtî bi Covid-19ê ketine

piraniya wan girtiyên siyasî ne
کوردستان TV
100%

Di Girtîgeha Cureya Eyê ya Konyayê de 55 girtî bi vîrusa Covîd-19ê ketine û ji bo nexweşxaneyê hatine veguhestin.

Li Girtîgeha Cureya Eyê ya Konyayê encama testa 55 girtiyan ya Covîd-19ê pozîtîv derketiye û ew ji bo nexweşxaneyê hatine veguhestin.

Li gor nûçeyeke bianetê Ramazan Solmaz, Serdozgerê Komarî yê Konyayê daxuyanî daye û gotiye, me li dijî şewba Covîd-19ê tedbîrên xwe stendiye. Em wan tedbîran li gor daxwazên Wezareta Dadê, Wezareta Tenduristîyê û Lijneya Zanistê pêktînin.

Solmazî weha nivîsandiye: “Li qewişan de testa 55 girtiyan ya Covîd-19ê pozîtîv derketiye. Ew 55 girtî ji bo nexweşxaneyê hatine veguhestin û rewşa wan baş e.

Duhê jî wezîrê dad yê Tirkiyeyê gotibû ku heta niha bi giştî 120 girtî bi Koronayê ketine.

N: E. G

Tirkiye

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.