Bi biryara wezareta navxwe ya hikûmeta herêma Kurdistanê, bi mebesta domandina liv û tevgerên bazirganî di navbera Başûr û Rojhilatê Kurdistanê de, du deriyên sînorî hatine vekirin.
Li gor biryara wezareta navxwe ya hikûmeta Kurdistanê her du deriyên sînorî yên Tewêle li Helebce û Kêlê ya li devera Raperînê yên ku jiber Koronayê hatibûn daxistin, ji niha û pêde bi liber çav girtina tedbîrên xweparastinê, bi mebesta domandina liv û tevgerên bazirganî têne vekirin.
Di naveroka biryarê de tekez li ser vê yekê hatiye kirin ku ev derî tenê bo karûbarên bazirganî têne vekirin.
N: E. G
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin