Wezareta tendirostî ya hikûmeta herêma Kurdistanê di daxuyaniya xwe ya herî dawî de ku roja sêşmeê belav kiriye ragihandiye ku li parêzgeha Hewlêrê 11 kesên din bi Koronayê ketine.
Li gor daxuyaniya han 10 ji wan kesan şêniyên bajarê Soranê ne û endamên du malbetanin ku berketiyên wan kesanin ku beriya niha bi Koronayê ketibûn.
Herwiha keseke din jî li taxa Endaziyarî ya Hewlêrê bi Koronayê ketiye.
N: E. G
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin