Şanda Kurdistanî serdana Bexdayê dike

Serokwezîrê Îraqê daxwaz kiriye şand serdana Bexdayê bike
کوردستان TV
100%

Biryare şanda hikûmeta herêma Kurdistanê serdana Bexdayê bike û li gel rayedarên Îraqê bicive.

Li gor zaniyariyên berdest, ev şanda han bi fermana Serokwezîr Kurdistanê Mesrûr Barzanî û li ser daxwaza Serokwezîrê demkî yê Îraqê Adil Ebdulmehdî serdana Bexdayê dike.

Şanda Kurdistanî yaku bi Serokatiya Cîgirê Serokwezîrê Kurdistanê serdana Bexdayê dike, vê li gel Serokwezîrê demkî yê Îraqê û rayedarên din yên Îraqê bicive û giftûgo derbarê kêşeya ne şandina bûdceya Kurdistan, mûçeya karmendên Kurdistanê û çend mijarên din bike.

N: E. G

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.