Xwepîşandanên li Îraqê dîsa destpê kirin

7 xwepîşander hatine birîndarkirin
کوردستان TV
100%

Xwepîşandanên dijî hikûmetê yên li Îraqê yên ku jiber ragihandina qedexeya hatûçû ya jiber Koronayê hatibûn rawestandin, dîsa destpê kirin.

Li gor jêderên Îraqî, piştî nemana qedexeya hatûçûyê di 20ê Nîsanê de, li Îraqê careke din xwepîşandanên dijî hikûmetê destpê kirine û di vê çarçoveyê de duhê êwarê li Zîqarê xwepîşandaneke grseyî hatiye lidarxistin.

Di dema xwepîşandanê de şer û pevçûn di navbera Xwepîşander û hêzên ewlekarî de qewmiye û di encam de 7 Xwepîşander birîndar bûne.

N: E. G

Îraq

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.