Nêzî 3 miliyon kesan bi Koronayê ketine

hijmara herî zêde ya miriyan û pêketiyan li Amerîkayê hatiye tomarkirin
کوردستان TV
100%

Li gor çapemeniya cîhanî li seraserê cîhanê ji roja yekem ya derketina Koronayê heta niha bi giştî 2 milyon û 996 hezar kes bi Koronayê ketine û hewriha li seraserê cîhanê jî bi giştî 207 hezar û 24 kes jiber Koronayê canê xwe ji dest dane.

Çapemeniya cîhanî eşkere kiriye ku hin welat bi taybetî Îtalya û Almanya hêdî hêdî tedbîrên xwe yên li hember Koronayê sist dikin.

Hijmara herî zêde ya pêketiyan li Amerîkayê hatiye tomarkirin ku 965 hezar û 910 kese û dîsa hijmara herî zêde ya miriyan jî li Amerîkayê ye ku 54 hezar û 876 kese.

N: E. G

Cîhan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.