Boris Johnson vedigere ser karê xwe

bi Koronayê ketibû û çend rojan li nexweşxaneyê de ma
کوردستان TV
100%

Serokwezîrê Brîtanya Boris Johnson ji 6’ê Nîsanê vir ve cara pêşî çû avahiya Serokwezîriyê ya li Downing Streetê.

Johnson yê 55 salî bi vîrusa korona ketibû û ser giranbûna nexweşiya wî ew li nexweşxaneyê xistibûn beşa çavdêriya krîtîk.

Ew di 12’ê Nîsanê de ji nexweşxaneyê derketibû û li avahiyeke Serokwezîriyê ya 65 kîlometre dûrî Londonê dima.

Li ber e ku Johnson roja duşemê Seroktiya civîna wezîran bike.

Heta niha, li şûna Johnson, Wezîrê Derve yê Brîtanya Dominic Raab kar dikir

Voa

 

Cîhan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.