Îro di dema destpê kirina dewriyeke din ya hevbeş ya Rûsî û Tirkî li başûrê Îdlibê, komên çekdar êrîşî ser hêzên Rûsî û Tirkî kirin, pevçûn çê bû.
Li gor jêderên ji Sûriyeyê, di dema destpê kirina dewriya hevbeş ya hêzên leşkerî ya Rûsî û Tirkî li derdorê rêya navnetewî ya M4 ya li başûrê Îdlibê de, pevçûn di navbera hêzên ser bi komên çekdar û hêzên beşdar di dewriyê de, pevçûn çê bûye û di encam de 3 kes hatine kuştin.
Herwiha hate zanîn ku çend kesên din jî di encama pevçûna çekdarî de birîndar bûne.
Li gor vîdyoyên ku li ser Twitterê hatine belavkirin, şahêdên bûyerê dibêjin leşkerên Tirk gole li ser xelkê reşandine.
https://twitter.com/i/status/1254328669797060608
N: E. G
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin