Rokêta Îranê nikare pîweriya xwe bicîh bîne

amerîka dibêje rokêt nikare erkên xwe cîhbicîh bike
کوردستان TV
100%

Fermandarê hêzên asmanî yên Amerîkayê John W Raymond ragihand ku rokêta ku ji aliyê Îranê ve bo boşatiya asmanê hatiye şandin nikare pîweriya xwe bicîh bîne.

General Raymond eşkere kir ku kamêreya li ser rokêtê hatiye bicîhkirin ji coreya normale û beruvajî jî hatiye girêdan lewre nikare di warê leşkerî de ti zaniyarî bidest bîne.

Îran ev yekem rokête ku dikare bişîne boşatiya asmanê û eşkere kiribû ku armanc ji şandina rokêtê kom kirina zaniyariyên leşkeriye, lê rayedarên Amerîkî dibêjin ev rokêt nikare tişteke wisa bike.

N: E. G

Îran

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.