Mezlûm Ebdî: Di rojên pêş de vê encamên baş derkevin

civîn û hewldanên aliyan didomin
کوردستان TV
100%

Fermandarê giştî yê hêzên Sûriyeya Demokrat Mezlûm Ebdî derbarê yekîtiya Kurdan li Rojavayê Kurdistanê ragihand ku civînên heyî bo vê mebestê didomin û di rojên pêşiya me de vê encamên baş derkevin.

Mezlûm Ebdî ku destpêşxeriya yektiya Kurdan li Rojavayê Kurdistanê ragihandibû, piştî civînên xwe li gel şandeyên ji herêma Firatê, di presskonferansekê de diyar kir ku civînên heyî yên di navbera ENKS û PYDê de yên derbarê çê kirina yekîtiya hêz û aliyên Kurdî li Rojavayê Kurdistanê berdewamin.

Li gor nûçeyeke anhayê, Ebdî di daxuyaniya xwe de eşkere kiriye ku heta niha çend pêngavên baş hatine avêtin û vê her du alî jî pêngavên baştir bavêjin û di rojên pêşiya me de vê encamên baş û erênî derkevin.

Herwiha hate zanîn ku Nivîskar, hunermend û Rewşenbîrên Rojavayê Kurdistanê jî bo çê kirina yekîtiya Kurdistan rixmî ku piştgîrî dane destpêşxeriya Mezlûm Ebdî, hevdem bi awayekî çalak kar dikin û hewl bo li hev anîna aliyên siyasî didin.

N: E. G

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.