Çalakiyên HRE’yê yên 21 û 23ê Nîsanê: 10 çete hatin kuştin

herî kêm 10 çete û cîhadî hatine kuştin
کوردستان TV
100%

Di çalakiyên HRE’yê yên 21 û 23’yê Nîsanê de li Şêrawa, Cerablus û Raiyê herî kêm 10 çeteyên artêşa Tirk a dagirker hatin kuştin û 14 çete jî birîndar bûn.

Hêzên Rizgariya Efrînê (HRE) der barê çalakiyên xwe yên 21 û 23’yê Nîsanê de bi daxuyaniyekê agahî  parve kirin. Hate ragihandin ku li dijî çeteyên artêşa Tirk a dagirker li navçeyên Şêrawa, Raî û Cerablusê û navenda Efrînê çalakî hatine lidarxistin û di çalakiyan de 10 çete hatine kuştin, 14 çete jî birîndar bûne.

Berfirehiya daxuyaniyê wiha ye:

 “Roja 21’ê Nîsanê hêzên me rêya di navbera gundên Kîmarê û Beradê yên bi ser navçeya Şêrawa de li dijî çeteyên artêşa dagirker çalakiyek sabotajê li dar xist. Di encamê de 2 çete hatin kuştin, 3 çete jî birîndar bûn.

Roja 23’yê Nîsanê hêzên me li bajarên Cerablûs û Raî li dijî çeteyên artêşa dagirker 3 çalakiyên sabotajê li dar xistin. Di encama her sê çalakiyan de 8 çete hatin kuştin, 11 çete birîndar bûn û seyareyek hat rûxandin.

Hêzên me li çerxerêya Maratê yê bi ser navenda bajarê Efrînê de li dijî çeteyên artêşa dagirker çalakiyeke sabotajê li dar xistin, lê belê encama çalakiyê nehat zelalkirin.

Di encama çalakiyên hêzên me de bi giştî 10 çete hatin kuştin, 14 çete birîndar bûn û seyareyek hat rûxandin.”

ANHA

Sûrye

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.