Hesen Ruhanî: Em şer nadin destpêkirin lê bersifên tund didin

dibêje emê bi tundî bersifa êrîşan bidin
کوردستان TV
100%

Serokkomarê Îranê Hesen Ruhanî duhê bi rêya telefûnê li gel Mîrê Qeterê axefiye.

Li gor çapemeniya fermî ya Îranê Hesen Ruhanî di axaftinên xwe yên li gel Mîrê Qeterê de gotiye ku Îranê bi ti awayî şer nade destpêkirin û nabe ev aliyê ku şer dide destpêkirin.

Ruhanî diyar kiriye ku Îran bi kûrî û hûrî çavdêriya liv û tevgerên Amerîkî li deverê dike û eger Amerîka êrîşî ser hêzên Îranî bike vê demê Îran jî gelek bi dijwarî bersifa êrîşan dide.

Weke tê zanîn aloziyên navbera Îran û Amerîkayê her diçe kûrtir dibin û hefteya derbazbûyî Serokê Amerîkayê ferman bi hêzên cengî yên deryayî yên Amerîkî li Kendavê kiribû ku eger hat û hêzên Îranî êrîşî ser wan kirine bi tundî êrîşî ser wan bikin.

N: E. G

Îran

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.