Bi fermana Şahê Siûdiyeyê dadgeha bilind ya vê welatî cezaya qamçî lêdanê( şelaq, kirpaç) hilweşand.
Li gor çapemeniya Siûdiyeyê Şahê vê welatî ferman bi dadgeha bilind ya Siûdiyeyê kiriye ku ev cezayê han di nava qanûna cezayan ya Siûdiyeyê de hilweşîne.
Tê gotin ku ev yek li ser daxwaza Netewên Yekgirtî bo yeksan kirina zagonên Siûdî li gel rêçikên mafên mirovan, hatiye kirin.
Ji roja ku dewleta Siûdî hatiye damezrandin, cezaya qamçî lêdanê bo tawanbaran tê bikaranîn û tawanbar li ber çavên xelkê tên qamçîkirin.
N: E. G
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin