Artêşa Tirkiyeyê devera Sîdekanê topbaran kir

topbaran kirin bûye sedema çê bûna fikaran
کوردستان TV
100%

Îro artêşa Tirkiyeyê jiber hebûna gerîlayên PKKê li deverê, bi tundî dest bi topbaran kirina devera Sîdekan.

Li gor zaniyariyên ku Peyamnêrê Kurdistanêtvê yê li deverê dane, îro topxaneyên artêşa Tirkiyeyê bi tundî devera Sîdekan, Xwakûrk û Şekîf topbaran kiriye.

Her çend topbaran dûrî gund û cîhên xelkê medenî bûye lêbelê jiber ku demsala buharê ye û xelk derdikeve çiyayan, ev topbaran, fikar li cem şêniyên deverê çê kiriye.

N: E. G

 

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.