Welatiyên Kurd li Swêdê tên vegerandin

jiber Koronayê li Swêdê mane asê.
کوردستان TV
100%

Nuneratiya hikûmeta herêma Kurdistanê ragihand ku kar bo vegerandina wan welatiyên Kurd dikin ku jiber Kooronayê li Swêdê mane asê.

Li gor daxuyaniya han vê roja 28ê meha Nîsanê balefireke taybetî ji Hewlêrê biçe Swêdê û ew welatiyên Kurd vegerîne Kurdistanê.

Ew welatî jiber der ketina Koronayê û jiber hilweşandina geştên balefiran û sepandina prosesa qerentîneyê li vê welatî mane asê.

Weke tê zanîn heta niha hikûmeta Kurdistanê bi sedan welatiyên Kurdistanê ji welatên din vegerandine Kurdistanê.

N: E. G

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.