Li Îranê zêdetir ji 5 hezar kesan canê xwe ji dest daye

heta niha 5 hezar û 650 kes mirine
کوردستان TV
100%

Li gor daxuyaniya rayedarên Îranê Korona hîn jî li vê welatî berdewame li ser kuştina xelkê Îranê.

Li gor çapemeniya Îranê Peyvdarê wezareta tendirostî ya Îranê Kiyanûş Cîhanpûr eşkere kiriye ku di nava 24 seatên derbasbûyî de 72 kesên din li seraserê Îranê jiber koronayê canê xwe ji dest dane û bi vê awayî hijmara wan kesên ku li Îranê jiber Koronayê canê xwe ji dest dane bûye 5 hezar û 650 kes.

Herwiha di nava 24 seatên derbasbûyî de 1134 kesên din bi Koronayê ketine û bi vê awayî hijmara giştî ya kesên bi Koronayê ketine bûye 89 hezar û 328 kes.

N: E. G

 

Îran

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.