Li Hewlêrê dest bi ser 35 ten Xormeyan de hate girtin

ev xormeyên han ji aliyê tîmên têkildar ve hatine jinav birin
کوردستان TV
100%

Li bajarê Hewlêrê hêzên têkildar karîne dest bi ser 35 ten xormeyên têkçûyî de bigirin.

Li gor daxuyaniya birêveberatiya çavdêriya bazirganî ya Hewlêrê, çavdêrî kirin û venêrîn kirin bo berhem û bazaran di meha Remezanê de tundtir dibin û di çarçoveya wan çavdêrî û venêrînan de, îro li Hewlêrê di nava depoyekê de dest bi ser 35 ten xormeyên têkçûyî hatiye girtin.

Hate zanîn ku rê nehatiye dayîn xudanên wan xormeyan, wan derxe bazarê, û ji aliyê tîmên têkildar ve hatine jinavbirin.

N: E. G

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.