Tendirostiya Silêmanî daxuyaniyek weşand û têde huşdarî da xelkê û ragihand ku mimkune dîsa hijmareke zêde ji welatiyan bi Koronayê bikevin.
Di daxuyaniya birêveberatiya tendirostiya Silêmanî de hatiye eşkere kirin ku mixabin jiber sist kirina tedbîr û şîretên tendirostî yên xweparêziyê, qerebalixiyeke gelek zêde çê dibe û ev yek dibe sedem ku mimkune gelek kesên din dîsa bi Koronayê bikevin.
Di berdewamiya daxuyaniyê de daxwaz ji xelkê, dikandar û xudanên cîhên giştî hatiye kirin daku bo selametiya xwe, tedbîr û şîretên tendirostî liber çav bigirin.
Weke tê zanîn piştî ku bi qasî 10 rojan li Kurdistanê kes bi Koronayê neket, hinek sîstî di cîhbicîh kirina tedbîran de çê bû û pişt re li Dihuh du, li Hewlêrê yek û li Silêmanî du kesên din bi Koronayê ketin.
N: E. G
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin