Palementoya Kurdistanê: Mistefa Selîmî hatiye radest kirin

komîte rastiyên bûyer ji raya giştî re eşkere kir
کوردستان TV
100%

Piştî bûyera Mistefa Selîmî yaku hatibû başûr û ji aliyê asayîşa NYKê ve radestî rejîma Îranê hatibû kirin û li Îranê jî hatibû îdamkirin, parlementoya Kurdistanê komîteyek bo lêkolîn kirin li ser bûyerê ava kir.

Komîteya 5 kesî ya Parlementoya Kurdistanê piştî zêdetir ji 20 rojan lêkolîn û wergirtina zaniyariyan, pişt rast kir ku Selîmî ji aliyê asayîşa YNKê ve hatiye radestkirin.

Li gor raporta komîsyonê, Selîmî li gel 6 girtiyên dinyên Kurd yên ku ji girtîgeha Seqizê reviya bûn, biryar dane werin başûrê Kurdistanê, hinek ji wan poşman bûne nehatine, lê Selîmî roja 2ê meha Nîsanê gehêştiye gundê Siyagoz ya ser bi Pênciwênê, şev li mizgefta gundê maye, SMS ji kurê xwe re şandiye û gotiye, ez gehêştime cîhê aram û li başûrê Kurdistanê me, pişt re yek ji şêniyên gundê ji tirsa Koronayê gotiye, lazime bo cerbandinên nûjdariyê hêzên ewlekarî werin agehdarkirin daku bizanin korona heye an na? piştî demeke kurt, hêzên asayîşa YNKê Selîmî bi hinceta cerbandinên nûjdarî li gel xwe birine û pişt re radestî rejîma Îranê kirine.

Selîmî roja 11ê Nîsanê hatibû dardekirin.

N: E. G

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.