Îran: Em amadene êrîşî ser 400 pêgehên Amerîkî bikin

dibêje em amadene êrîşî ser wan bikin
کوردستان TV
100%

Fermandarekî spaha pasdaran ya Îranê dibêje Îran amadeye ku êrîşî ser 400 navend û pêgehên Amerîkî li cîhanê de bike.

Fermandarê hêzên asmanî yên ser bi spaha pasdaran ya Îranê Emîr Elîhacîzade diyar kir ku dema me êrîşî ser navenda leşkerî ya Amerîkî ya Eyn Esed kir, em li bendê bûn ku Amerîka êrîşên xwe bo ser Îranê zêdetir bike, lê Amerîka ev yek nekir.

Elîhacîzade herwiha eşkere kiriye ku vê demê hêzên wan bo êrîş kirine ser 400 pêgeh û navendên Amerîkî amade kiribûn û niha jî amadene êrîşî ser wan 400 navend û pêgehan bikin.

Weke tê zanîn aloziyên navbera Amerîk û Îranê her diçe kûrtir dibin û hefteya derbasbûyî jî Serokê Amerîkayê ferman bi hêzên cengî yên deryayî yên Amerîkî dabû ku bi tundî bersifaher cure êrîşeke hêzên Îranê bidin.

N: E. G

Îran

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.