Aliyên şîe kabîneya Kazimî jî red kirin

civîn li mala Hadî Amerî hatiye lidarxistin
کوردستان TV
100%

Li gor zaniyariyên berdest Serkirdeyên aliyên şîe li Bexdayê derbarê kabîneya nû ya Îraqê yaku biryare ji aliyê Mistefa Kazimî ve were avakirin civiyane.

Jêderên Îraqî behsa vê yekê dikin ku di civîna Serkirdeyên aliyên siyasî yên şîe li mala Serokê firakisyona Fetih Hadî Amerî civiyane.

Di civînê de ev aliyên han li hev kirine daku kabîneya nû yaku ji aliyê Kazimî vet ê damezrandin red bikin.

Eger aliyên şîe li ser vê hewlesta xwe berdewam bin tê payîn ku Kazimî jî nikarêbe kabîneya nû ava bike û bibe berbijêrê sêyem ku dev ji postê ava kirina kabîneya nû vekêşe.

Beriya niha jî du berbijêrên din dev ji vê postê ber dabûn.

N: E. G

Îraq

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.