Serok Barzanî: Hêvî dikim Remezan bibe sedema xêr û xweşiyê

hêvî dike Remezan bibe sedema dawî hatina teror û tundreviyê
کوردستان TV
100%

Serok Barzanî bi minasebeta hatine meha Remezanê peyameke pîrozbayî pêşkêş kir ku ev jî tekesta vê ye;

Bi navê xwedê mezin

Bi minasebeta hatina meha Remezana pîroz gerimtirîn pîrozbayî pêşkêşî milislmanên cîhanê bi giştî û yên Kurdistan û Îraqê bi taybetî dikim.

Hêvî dikim hatina meha Remezanê bibe sedema xêr û xweşî bo gelê Kurdistan û Îraqê, tevahiya mirovatî, û herwiha bibe sedema dawî hatina nexweşî û normal bûna jiyanê.

Herwiha bibe sedema dawî hatina teror û tundrevî û belav bûna aştî, bihevre jiyanê û asûdeyî bo mirovatî.

Mesûd Barzanî

23.4.2020

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.