Li gor zaniyariyên berdest duhê bi şev li bajarê Dihukê jiber serkeftin bi ser Koronayê welatî aheng û çalakiyên curbicur lidar xistine.
Jêderên li Dihukê behsa vê yekê dikin ku di dema aheng û çalakiyên duhê bi şev de bo xweşiyê gole bi esmanê hatine reşandin û di encam de 13 welatî birîndar bûne.
Li gor zaniyariyan sê welatî li Zaxo, yek li Akrê, 3 li Simêl û 4 kes jî di nava navenda Dihukê de birîndar bûne.
N: E. G
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin