Civata wezîran civîna xwe ya heftane li darxist

behsa çend mijarên giring hatiye kirin
کوردستان TV
100%

Îro bi Serokatiya Serokwezîrê Kurdistanê civata wezîran ya hikûmeta herêma Kurdistanê civiya û piştî civînê Serokwezîr li ser pêgeha xwe derbarê civînê de wisa nivîsand;

Îro çarşem 22/4/2020 bi rêya telekonferansê me gerînendetiya civîna civata wezîran kir. Di destpêka civînê de bi navê civata wezîran me spasiya berxwedan û pêbend bûna xelkê herêma Kurdistanê bi sîret û tebdbîrên tendirostî kir ku di encama wan de bo kontrol kirina Koronayê qonaxên baş hatine derbazkirin.

Ezmûna herêma Kurdistanê ya bo rûbirû bûna Koronayê bi yek ji mînakên serkeftî yên xwe parêziyê li cîhanê de tê hesbandin, lê hîn jî metirsiya Koronayê bi dawî nehatiye lewre daxwaz ji xelkê Kurdistanê dikin, berdewam bin li ser pêbend bûn bi şîret û tedbîrên xweparêziyê.

Di berdewamiya civînê de me tekez li ser giringiya berdewam bûna tedbîrên xweparêziyê kir û qonaxên normal kirina jiyanê jî didomin ku heta niha jî Parêzgar û îdareyan bo vê yekê pêngavên baş bi li berçav girtina tedbîran avêtine.

Di beşeke din ya civînê de bi minasebeta hatine meha pîroz ya Remezanê pîrozbayî li misilmanên herêma Kurdistanê kir û biryar hate dayîn daku deriyên mizgeft,kilîse û cîhên din yên îbadetê weke navendên xwendinê daxistî bin, û herwiha spasiya Mamosteyên olî jî jiber pêbend bûna wan bi tedbîran hate kirin.

Di berdewamiya civînê de giftûgo derbarê encamên serdana şanda hikûmeta herêma Kurdistanê di rojên 19 û 21ê meha Nîsana 2020an de bo Bexdayê hate kirin û hate gotin ku giftûgoyên li gel hikûmeta fedral yên bo şandina para mûçeya karmendên herêma Kurdistanê weke mehên derbazbûyî berdewamin. Di heman demê de hikûmeta herêma Kurdistanê jî pêbend bûna xwe bi jihev fêm kirinên hevbeş yên ku di dawiya sala 2019an de li gel wezaretên petrol, darayî û pilandanan ya Îraqê di çarçoveya proje qanûna bûdceya sala 2020an ku tê de behs tê kirin ku herêma Kurdistanê amadeye bo cîhbicîh kirina berpirsiyartiyên xwe , petrola xwe li hember dabîn kirina şayisteyên darayî radest bike,çê bûne, diyar kiriye.

Her di civînê de tekez li ser vê yekê hate kirin ku emê li ser hewlên xwe yên bo dabîn kirina mûçeya karmendên herêma Kurdistanê berdewam dibin, paşketina dabeş kirina mûçeyan jî tişteke ku ji derveya xwesteka hikûmeta herêmê ye û sedema vê jî bandorên Koronayê ye li ser abûrî û dabezîna buhayê petrolê pejrandina para bûdceya herêmê ji aliyê Bexdayê ve.

Me daxwaz ji hikûmeta fedral kir pêbendiyên xwe li  hember herêm û mafên destûrî cîhbicîh bike  û li hember de jî herêma Kurdistanê amadeye pêbendiyên xwe yên destûrî li hember hikûmeta fedral bicîh bîne.

 

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.